09-10-2012
|
#1
|
|
Prof. Dr. Sinsi
|
Bakure Helbeste Antolojiya Helbesta Bakur
Bakure Helbeste Antolojiya Helbesta Bakur
Peyv, peyva kurdî wekî duhî îro jî xof û sawê dixe dilê qedexekarên ku ji sedê salan û vir ve de bi qewmekî re zimanek kirin mijara heyîn û neyînê Di berhema li ber destê we de şair û nivîskar Arjen Arî berî ku xwendevanê helbestê derbasî dîwanxaneya helbestkarên di Antolojiyê de bike wisa dibêje, ''''Jixwe ji roja roj, ji wextê nesalixdayî ve "peyv" hebû û peyv digel hemû astengiyên heyî û hêçandî; sînorên stûr, zaraveyên ji hev dûr, elfabeyên cur be cur  dîsa jî gund bi gund, navçe bi navçe, herêm bi herêm geriya  Ji vê; dagirkerên xak-dabeşker û qewm û çand-wendaker, bi qasî serhildêrî û berxwedêriya mirov, ew evçend ji dilêrî û serhildêriya "peyvê" jî bizdiyan''''û paşê bi destê dildarê peyva kurdî digire, wî li tevî xwe derdixe geryaneke ku rêwîtî ji serdema biservebûna hêza peyvê destpê dike  Rêwitîya ku rêwî carinan li peyvxaneya Biraboz, carinan li dîwanxaneya Ehmedê Xanî radiwestin û dibin mêvan, piştî bîhnvedanekê dikevin ser riyê, sînoran derbas dikin, tên serdana xewletgeha Cegerxwîn, Osman Sebrî, Reşîdê Kurd  Lê ew di vegerê de nikarin riya xwe ji ser peyveavahîya şairên beriya salên 80''êyî: Gurdilî, Rojen Barnas, Malmîsanij, Mem Ronga, Berken Bereh, Sabah Kara û Arjen Arî dagerînin  Li erdnîgariya bi kohistan û firewan a ku peyva kurdî lê belav e, nivîskarê berhemê xwendevan bi ''sînoran'', sînorên ku îro jî dixwazin peyvê asteng bikin, dihesîne Berhema ku ji du beşan ''Bakûrê Helbestê'' û ''Antolojiya Helbesta Bakûr'' pêktê, yekemin berhem e ku bi giştî Helbesta Bakûr, bi taybetî helbestkarên li Bakûr ji xwe re dike ''sînor''!(Tanıtım Bülteninden)
16 0x24 0
Ciltsiz
2 Hamur
Çevirmen : -
Ürünün Resimleri:

Piyasa Fiyatı - 09 09 2012
26,40 TL
|
|
|
|